Îşev herdû girtiyên siyasî yên Kurd Loqman û Zanyar Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve tên darvekirin.
5’ê Tebaxê herdû girtiyên siyasî yên Kurd ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn Zanyar û Loqman Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve birine girtîgeha takekesî ya Recaîşar. Rayedarên girtîgehê ji birayê Zanyar re gotine ku dikare bo cara dawî serdana birayê xwe bike.
Li gor agahiyê hatin girtin, ev serdan îro pêk hatiye û Zanyar Muradî di hevdîtina xwe de ji birayê xwe re gotiye Îtlaatê ji wan re gotiye wê îşev darve bikin.
Ev jî piştî Zanyar û Loqman Muradî ji girtîgeha Giştî ya Recaîşar birine hucreyên yek kesî yên heman girtîgehê.
Malbata Zanyar Muradî li ser darvekirina kurê wan hatine agahdarkirin û malbat ketiye nava şînek mezin de.
Zanyar û Loqman Muradî di Tebaxa 2009’ê de li bajarê Merîwan ê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin. Piştre 9 mehan li girtîgeha Îtlaatê ya bajarê Sine hatin êşkencekirin û di hucreyên yek kesî de hatin hiştin.
Piştre 2010’ê herdû girtiyên siyasî yên Kurd birine Girtîgeha Ewîn a Tahranê. Piştî demek kurt li ser ew îfadeyên dibin êşkenceyê ji wan girtin de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tahranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Hêjay gotinê ye ku bavê Zanyar Muradî çalakvanê mafê mirovan Îqbal Muradî pêş demekê li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê hate qetilkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin