Şêniyên Idlibê dest bi revê kirine

xelk ji tirsa şerê direve
کوردستان TV
100%

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku piştî bombebarana Moskowê ya dijî Îdlibê, bi sedan kes ji hêrêmê derketine.

Serokê SOHR’ê Ramî Abdullrahman dîyar kir ku bi sedan gundîyên li başûrê rojhilata Îdlibê ber bi herêmên Helebê yên di destê serhildayan de bi rê ketine.

Heyet Tahrîr Şam ya cîhadî, ku El Nusra ya kevn ya girêdayî El Qaydê pirtira Îdlibê xistiye bin kontrola xwe.

Herêmên din yên Îdlibê di bin kontrola jimareke komên serhilda ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dabû zanîn ku ger dijî Îdlibê operasyonek pêk were 800,000 kes dê koçber bin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.