Sedir 3 roj dem da hikûmeta Îraqê

dibêje piştî sê rojan vê erşê li gendelkaran teng bikin
کوردستان TV
100%

Li gel berdewam kirina alozî û xwepêşandanên heyî yên li Besreyê ku bûne sedema kuştina 17  kesan û birîndar bûna zêdetir ji 100 kesên din, îro Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir gotarek pêşkêş kir û bi tundî huşdarî daye hikûmeta Îraqê.

Muqteda Sedir diyar kir ku zilim li Besre û şêniyên Besreyê tê kirin û lazime hikûmet, parlemen û aliyên têkildar bilez daxwazên xelkê Besreyê cîhbicîh bikin.

Muqteda Sedir herwiha eşkere kiriye ku lazime hikûmet û parlementoya Îraqê di nava sê rojan de civîneke bilez li dor rewşa Besre û çareser kirina kêşeyên heyî lidar bixin.

Sedir tekez li ser vê yekê kiriye ku eger di nava wan sê rojan de kêşeyên Besreyê neyên çareserkirin vê demê vê dest bi xwepêşandanên gelek mezin lidar bixin û erşê li gendelkar û hevparên wan bihejênin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.