Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî YJK kir

hêviya serkeftinên ji bo Yekîtiya jinên Kurdistanê dixwaze
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta bi dawî hatina kongreya 8an ya yekîtiya jinên Kurdistan, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî yekîtiya han kiriye ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta serkeftina Kongreya 8anYekîtiya jinên Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî endam û birêvebirên kongreyê dikim û heman demî de jî pîrozbahiyê li hemû jin û afretên Kurdistanê, endam û kadroyên Yekîtiya jinên Kurdistanê dikim.

Bi pêwîstî dizanim destxweşî û pêzanînên xwe pêşkêşî serkirdayetiya berê ya Yekîtiya jinên Kurdistanê bikim û pîrozbahiyê jî li wan xuşkên rêzdar dikim ku ji bo serkirdayetîkirina Yekîtiya jinên Kurdistanê baweriya kongreya 8mîn bi wan hatiye bexşîn.

Piştrastim ku Yekîtiya jinên Kurdistanê her wekî qonaxên berê ya xebata gelê me de rolekî bi bandortir dibê li berev pêşvebirina doza rewaya gelê me û bergirîkirina li maf û daxwaziyên afretan. Li qonaxa niha de erkê we li rûyê hişyariya niştimanî û pêgihandina afretan û dakokîkirina li mafên medenî û siyasiyên afretan gelek girînge û divê li berev bihêzkirina Kurdistanê û beşdarîkirina çalak ya afretan li jiyana giştî ya civaka Kurdistanê da bê.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî

06.09.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.