Birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kiriye ku di nava 6 rojan de hêzên polîs li Silêmanî û derdorê Silêmanî çend operasiyon lidar xistine.
Li gor daxuyaniya armanc ji vê operasiyona han, binçav kirina ew tawanbar û kesan bûye ku ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatiye derkirin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku di nava wan 6 rojan de bi giştî 29 tawanbar ku ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatiye derkirin ji aliyê polîs ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin