Rûsiya: Heya niha 47 drone hatin îmhakirin

dibêje êrîşî ser navendên leşkerî yên me kirine
کوردستان TV
100%

 Temsîlkarê fermî yê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku heya niha 47 dronên ku êrîş birine ser baregeha wan ya li Sûriyê ya bi navê Hmeymimê îmha kirine.

Li gor agahiya wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku ew bi 4 balafiran ji balafirgeha Hmeymimê êrîş birine ser baregehên El Nusrayê û ciyên ku dronên rêxistinê lêne lê di derveyê jîngehan de tên veşartin. Hem cepxaneyaên El Nusrayê yên di derveyê jîngehan hatine bombekirin.

Li gor agahiyan balafirên SU-34 êrîş birine ser ciyên ku teqemenî û fuzeyên El Nusrayê lêne û avahiyan herifandine ser hev. Deverên ku Rûsya êrîş birine ser wan, berê hatine tesbîtkirin.

PeyamaKurd

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.