Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf got ew hewl didin ji Îdliba Sûriyeyê terorîstan derxin.
Zerîf daxuyanî da têlevîzyona dewletê û der barê geşedanên Îdlibê da axivî.
Zerîf got ew li Sûriyeyê bêyî ku zirareke mezin bidin gel, hewl didin terorîstan ji Îdlibê derxin.
Zerîf daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya der barê Sûriyeyê da rexne kir û got Trump dixwaze vê rewşa tevlihev ji bo siyaseta xwe ya hundir bi kar bîne.
Hêjayê gotinêye ku dohê Rûsya dest bi bordiman kirina hin deverên bajarê Idlibê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin