Di vê derbarê de ajansa nûçeya ya Reutersê belav kir ku îro balefirên şer yên artêşa Rûsyeyê bo cara yekem dest bi bordiman kirina bajarê Idlibê kirine.
Ji aliyeke din ve jî navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê ev yek piştrast kir û anî ziman ku îro balefirên artêşa Rûsyeyê weke piştgîrî kirina rejîma Beşar Esedê, yekem êrîşa xwe ya asmanî bo ser bajarê Idlibê pêk anîne.
Weke tê zanîn ku Îran, Rûsye û rejîma Esed bilezin bo derxistina cîhadiyan li Îdlibê lêbelê Tirkiye dibêje lezê nekin û beruvajî wan jî Amerîka gefa vê yekê dike ku eger li Idlibê çekên kîmiyayî werin bikaranîn vê demê Amerîka û hêzên din yên cîhanî êrîşî ser Esed bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin