Îro komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê, li gel parêzgarê Hewlêrê li gel nunerên part û aliyên siyasî yên beşdar di hilbijartinên 30 Îlonê de, civiyan.
Di civînê de komîsyon şîretên pêwîst bo propagende kirina pêşkêşî aliyên siyasî kir û daxwaz ji wan kir ku proseseke baş û aram ya propagende kirinê birêve bibin.
Herwiha parêzgarê Hewlêrê jî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku di dema propagende kirinê de aramiya Kurdistanê biparêzin û bi awayekî medenî û şaristanî propagendeya xwe bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin