Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Norvêjê yê li Iraq û Urdinê Tony Alers û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyoza Norvejê behsa armanca serdana xwe kir û got ku ew dixwaze ji nêzîkve haydarî rewşa Kurdistanê bibe û helwesta Herêma Kurdistanê li hember pirosesa siysiya Îraqê bizane. Û di vê çarçoveyê de Serokwezîr jê re behsa pêşhatên dawiyê yên rewşa siyaysî û yekemîn civîna parlamentoya Îraqê kir.
Di berdewamiya civînê de her du alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hevhizir bûn ku ew hikûmet di berjewendiya hemû pêkhateyên Îraqê de be, aramî û asayîşê biparîze û xizmetgozariyan pêşke bike. Hikûmeta nû ya Îraqê divê mafên rewa û destûriyên gelê Kurdistanê û pêgeh û rola kurdan li ber çavan bigire.
Şandeya Norvejê rola Herêma Kurdistanê di pêşwaîkirin û hewandina koçber û penaberan û xizmetkirina wan bi hemû pêkhateyan ve, bê cudahî, bilind nirxand.
Paşeroja têkeliyên Herêma Kurdistan û Norvejê, rewşa herêmî bi giştî û hilbijartina parlamentoya Îraqê ku dê di dawiya vê mehê de bên encam dan, çend mijarên din yên dîdarê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin