Îran û Rûsya piştgîrî dan operasiyona Sûriyeyê bo ser Îdlibê

Iran û Rûsye li ser Idlibê tirkiye bi tenê hêlan
کوردستان TV
100%

Rêvebiriyên Moskow û Tehranê ser operasyona Îdlibê ya hikûmeta Sûriyê daxuyaniyên piştgiriyê dan.

Wezîrê Derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov diyar kir ku divê Îdlib ji serhildayên çekdar were paqij kirin.

Lavrov ji ajansa Interfax ya Rûs re da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê bo Îdlibê ji çekdaran paqij bike, bi her awayî mafdar e.

Wezîrê Dere yê Îranê Cevad Zarîf îro duşemê serdana Şamê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî dîyar kir ku Zarîf bi karbidestên Sûrî re kom bûye û da zanîn ku Îran bo têkoşîna dijî terorê dê piştgirîya Sûrîyê bidomîne.

Ajansa nûçeyan ya Isna ragihand ku Zarfîf dê bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re jî bicive.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.