Îro birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku şeva derbasbûyî li cadeya Salim- Seholeke çend çekdar ku di nava tirimbêlekê de bûne gole li ser polîsên hatûçûyê reşandibûn û li gel wan polîsan bi şer hatibûn.
Li gor daxuyaniya polîsê, piştî lêkolîn û kom kirina zaniyariyan, îro danê sibê hêzên polîs karîne ev kesên ku êrîşî ser polîsên hatûçûyê kiribûn binçav bike.
Polîsê Silêmanî diyar kiriye ku ev êrîşkar du kes bûne û her du jî hatine girtin û niha lêpirsîn ji wan tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin