Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis behsa rewşa Îraqê kirin

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê Sekreterê NY yê li Îraqê Jan Kubis û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa Îraqê, pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hatin nirxandin û di vê derbarê de Jan Kubis diyar kir ku lazime aliyên sekeftî bi taybetî Kurd piştî yekem civîna parlementoya Îraqê bo ava kirina hikûmeta nû hewlên xwe bi tevger bikin.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku aliyên siyasî yên Kurdistanê bo ava kirina hikûmeta nîştimanî di demeke nêz de hewlên xwe didin û lazime aliyên serkeftî jî bihev re li ser karnameya hevbeş bo pêşroja Îraqê kar bikin.

Di beşeke din ya civîna han de çend mijarên din yên taybet bi Kurdistanê bi taybetî mijara hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hatin nirxandin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.