Li baregeha nêzîkî Şamê teqîn çêbûn

hin alî dibêjin Îsraîl êrîş kiriye lê hikûmeta şamê vê yekê red dike
کوردستان TV
100%

 Li nêzîkî paytextê Sûriyê li baregeha hewayî ya bi navê El Mazzê di cebilxaneyan de hinek teqîn çêbûn.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Çapemeniya fermî ya Rejîma Sûriyê SANAyê îdda kir ku teqîn ne ji ber êrîşên Îsraîlê pêk hatine. Ji ber erizeya elektrîkê teqîn çêbûne.

Hinek çavkaniyan îdda kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê li baregeha El Mazzê teqîn çêbûne.

Di derbarê kuştî û birîndaran û zerara gihayî baregehê de heta niha tu agahiyên zelal nehatine eşkerekirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.