HPG: 3 jê çawişên pispor 5 leşker li Nisêbînê hatin kuştin

HPG dibêje me 5 leşkerên tirk kuştine
کوردستان TV
100%

HPG'ê diyar kir ku li Nisêbînê di encama çalakiya sabotajê ya gerîla de wesayiteke zirxî ya leşkerên Tirk hatiye rûxandin û 3 jê çawişên pispor 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 31'ê Tebaxê saet 10:30'î li ser rêya Girnavas a taxa Piraketê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî konvoyeke ji wesayitên zirrxî yên artêşa TC çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder bi temamî hate rûxandin û derb li 2 wesayitên din ên zirxî hatin xistin. 3 jê çawişên pispor 5 leşkerên di wesayitê de hatin kuştin, 7 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Artêşa TC piştî çalakiyê bi gelek ambûlans û wesayitên zirxî termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir. Artêşa TC ku derbên giran xwar, li herêmê dest bi operasyonê kir."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.