Îro Serokê tevgera Sedir û hevdem Serokê lîsteya Saêrûn ( Muqteda Sedir) yaku di hilbijartinên parlementoya Îraqê de bibû yekem di daxuyaniyekê de bersifeke tund da rayedarên Îranê.
Sedir diyar kir ku Îraqa îro ne ew Îraqe ku weke demên berê bikeve bin bandora Îranê û gelê Îraqê jî vê yekê qebûl nake ku welateke din ya biyanî bandorê li ser prosesa siyasî û desthilatdariya Îraqê hebe.
Ev daxuyaniya Sedir di demekê de ye ku beriya çend rojan jî Fermandarê Îranî yê bi navê Qasim Silêmanî li Bexdayê li gel çend aliyên Şîi yên ser bi Îranê ve civiya bû û derbarê çawetiya pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê de pilan û proje amade kiribûn.
Sedir rexne jî li wan aliyên siyasî yên Îraqê digire ku pişta xwe dane Îranê û dibêje lazime aliyên siyasî yên Îraqê rêz ji îradeya dengderên xwe bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin