PDK û komela îslamiya Kurdistanê civiyan

PDK tekez li ser hilbijartinên parlementoyê kir
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya hewl û danûstandinên aliyên Kurdistanî yên bo yekdeng û yek helwest bûna aliyên Kurdî li parlementoya Îraqê de, îro şanda partiya demokrata Kurdistanê li Hewlêrê li serdana navenda komela îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê rayedarên vê partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna navbera PDK û KIK de behsa sê mijarên serekî hate kirin ku yek ji wan mijaran han jî hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bû û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 30 Îlonê de werin kirin.

Mijareke din ya civîna han babeta ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê ye û di civînê de her du alî giftûgo li ser projeyeke hevbeş ya nîştimanî kirin û şanda PDKê ew yek diyar kir ku gelek girînge bo Kurdistaniyan ku vê carê aliyên Kurdî bi yekdengî û yekhelwestî biçin Bexdayê û beşdariya prosesa siyasiya Îraqê bikin.

Mijara sêsiyan yaku di civînê de hatiye nîqaşkirin, rewşa siyasî ya Kurdistanê û têkiliyên navbera par tû aliyên siyasî yên Kurdistanê bûye.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.