Serok Barzanî li gel Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Jinên Kurdistanê civiya

Serok Barzanî behsa girîngiya rola yekîtiya jinan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de kir
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî li gel Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyet û Berpirsa Encûmena Parêzgehên Yekîtiya Afretan(Jinên) Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Berpirsa Mekteba Navendî ya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyiyên PDK û Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi kurtî li kar û çalakiyên Yekîtiya Afretan ya li çend salên derbasbûyî û şerê terorîstên Da'îş û referanduma serbixweyiya Kurdistanê û her wiha yarmetîdan û pêşxistina rewşa jinan li Kurdistanê û kêşeyên afretan û amadekariyên wan ya ji bo bestina Kongreya Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xistin rû. Spasî rola Serok Barzanî ya li piştgîrîkirina rewşa jinan û her wiha piştevanîkirina Yekîtiya Afretên Kurdistanê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rola dîrokiya jinan ya li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bi taybetî li şoreşa Eylûl û Gulan û qonaxên dinê xebat û koçberî û bexwedanê û her wiha rola jinên Kurdistanê li pêgihandina zarok û gedeyên niştimanperwer û aza ya ji bo berevanîkirina li maf û ax û kerameta Kurdistanê bilind nirxand. Bi pêwîst jî zanî ew rola dîrokî neyê ji bîr kirin û bibê destpêka fêrbûn û meşqkirina me hemû aliyan.

Serok Barzanî destxweşî û spasiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir ji bo hewl û keda wan ya li çareserkirina kêşeyên jinan û yarmetîdana Pêşmerge û xelkê koçber û lêqewimî û piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Afretên Kurdistanê û hewlên wan ya ji bo baştirbûna rewşa jinan û yarmetîdana wan ragihand û daxwaz jî kir ji bo nehiştina cûdakarî û sîtem û azardana jinan de zêdetir hewl bidin.

Di beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê şîrove kir û helwesta xwe ya li ser proseya siyasiya Iraqê bi amadebûyan ragihand û di derbarê hilbijartinên Parlemena Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî dûpat kir ku hîç hêcetekî yasayî û teknîkî ji bo paşxistina hilbijartinê tûneye û paşxistina hilbijartinê binpêkirina yasa û damezrandinên Herêmê û îradeya gele û zulmeke jî ku li xelkê tê kirin û bi pêwîst zanî ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.