Behsa rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin.
Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê Jan Kubis kir.
Di civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hewlên dawî ya ji bo pêkanîna hikûmetê û yekem rûniştina parlementoya Iraqê hate nîqaşkirin.
Her di civîna han de Jan Kubis balkêşande ser girîngiya rola Kurdistanê di nava prosesa siyasiya Îraqê de û bandor û rola Serok Barzanî ya bo yek alî kirina kêşeyên heyî bi roleke girîng û bibandor wesif kir.
Kubis di beşeke din ji axaftinên xwe de nêrîn û ramanên NY yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê ya piştî hilbijartinan ji Serok Barzanî re rave kir û daxwaza vê yekê kir ku hevpariyeke rastîn bo tevahiya pêkhateyan were dabînkirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî balkişand li ser wan sedeman ku di dema derbasbûyî de bûne sedema serhildana kêşeyan û binpêkirina destûr û nemana şeraketa li Iraqê.
Serok Barzanî diyar kir ku bo Kurdistanê girîng ne post û kesên belku tişta girîng bername û projeyên hikumraniyê ne û lazime ew yek jî li ser esasê sê pirensîbên hevpariyê, şeraket û hevsengiyê be.
Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ji bo rêgirtina ji takrewî û îhmalkirina pêkhatan pêwîste mîsogerî û mekanîzmeke rûn ji bo bicîhkirin û pabendbûna bi rêkkeftinan û sê prensîpên serekî hebê.
Di derbarê Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên yên derveyê îdareya Kurdistanê Serok Barzanî asayîkirina rewşa Kerkûk û navçeyên din bi rêya bi cîhkirina destûrê yan bi sedema rêkkeftineke dû aliyên di navbera Herêm û Bexda bi ewlewiyeta serekî aliyên Kurdistaniyan û bi rêyek ji bo çareseriya kêşeyên wan navçeyan da zanîn û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li wê agahdar kir ku ew rastiya niha bi zorê çek û dagîrkeriyê dirust bûye bi hîç awayeke çavpoşî lê nayê kirin û nayê qebul kirin û pêwîste ew rastî nemîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin