Serok Barzanî û McGurk behsa rewşa siyasiya Îraqê kir

vê şêwir û danûstandinên xwe bidomînin
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbaraên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Îraqê yê li Bexdayê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bûn, behsa pêşhatên dawî  yên siyasî û guhertina hevsengiyên nava prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê çawetiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê li hev veguhastin.

Her di civîna han de tekez li ser pêbend bûn bi pirensîbên hevpariya rastîn di navbera pêkhateyên Îraqê Îraqê de hate kirin û her du alî li ser vê yekê hem fikir bûn ku heta çê bûna prosesa siyasiya Îraqê vê şêwrên xwe bidomînin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.