Li gor jêderên ji Efrînê, ev çend roje hijmareke zêde ji çekdarên cîhadî yên endamên bereya El şamiye, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştîgîrîkirin, dest bi revê ji devera Efrînê kirine û berê xwe didin Tirkiyeyê.
Jêderên han diyar kirin ku cîhadiyên han çekên xwe bi pere difiroşin û kincên medenî li xwe dikin û direvin Tirkiyeyê.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Tirkiye zêdetirî ji 500 cîhadiyên din şandiye Idlibê bo ku beşdariya şerê li dijî rejîma Esed bikin.
Herwiha hate gotin ku îro înê, hijmareke zêde ji cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê û li gel tabûreke artêşa Tirkiyeyê dane ser gundeke ser bi devera Şêrawa ya li Efrînê û zêdetir ji 10 welatiyên medenî yên vê gundê revandine û birine cêyeke nediyar.
Şahêdên vê bûyerê behsa vê yekê jî dikin ku cîhadî û leşkerên Tirk, zêr, pere û tiştên binirx yên şêniyên vê gundî jî li gel xwe birine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin