Hadî Amerî: Emê di sê mehan de hikûmetê hilweşînin

aliyên ser bi Îranê gefan li hikûmeta nû ya Îraqê dikin
کوردستان TV
100%

Serokê tevgera Bedir û hevpeymaniya Fetih, Hadî Amerî di civîneke xwe ya li gel nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya Cîhanî Brett McGurk de, bi eşkere ji McGurk re gotiye ku ev naxwazên ew aliyên Îraqî yên ku nêzî Amerîkayê ne, hikûmeta nû ya Îraqê ava bikin.

Amerî herwiha gefa vê yekê jî kiriye ku eger aliyên nêzî Amerîkayê, hikûmetê pêk bînin, vê di nava sê mehan de ewê hikûmeta han hilweşînin.

Amerî eşkere kiriye ku ew bi her awayî li dijî destwerdanên Amerîkayê yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê ne.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.