Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar yên rejîma Îranê di çarçoveya kuştina kolber û kasibkarên Kurd de, vê carê jî dest kirine bi kuştina Esp û sewalên kolbarên Kurd.
Li gor wan jêderan, roja çarşemeya derbasbûyî li gundê Mîrava ya ser bi Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê çekdarên rejîma Îranê gole li ser espên kolberên Kurd reşandine û di encam de herî kêm 40 espên kolberên kurd hatine kuştin.
Jêderên taybetî herwiha diyar kirine ku çekdarên Îranî piştî kuştina wan espan dest danîne ser tiştên kasibkar û kolberên Kurd.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin