Serokwezîr û Emîndarê giştî yê yekîtiya zanîngehên Erebî civiyan

yekîtiya zanîngehên erebî hemahengiya xwe li gel zanîngehên Kurdistanê didomîne
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê yekîtiya zanîngehên Erebî Omru Izet Selame kir.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û amadebûna hikûmet û aliyên têkildar yên Kurdistanê bo hevkarî û hemahengî kirin li gel yekîtiya zanîngehên Erebî diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa vê yekê jî kir ku girîngîdan bi pêşxistina asta xwedinê û zanîngehên Kurdistanî yek ji armancên serekî yên hikûmeta Kurdistanê ye.

Di berdewamiya civîna han de Izet Selame jî behsa civînên xwe yên li gel Serokên zanîngehên Kurdistanê kir û ecîbmayî bûna xwe jî ya li hember asta zanîngehên Kurdistanê diyar kir.

Nav hatî anî ziman ku yekîtiya zanîngehên Erebî berdewam dibe li ser hevkarî û hemahengî kirin li gel zanîngehên Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.