Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwazî li Cîgirê wezîrê enerjî yê Rûsyayê Pavel Sorokin, Cîgirê serokê kompaniya Gazpromê Vladislav Baryshnikov û Konsulusê giştiyê Rûsyayê yê Kurdistanê kir.
Di civînekê de, şandeya mêvan hevkarî, hevahengî û têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê û pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariyan ji bo kar û çalakî û pirojeyên kompaniya yên rûsyayê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kuridstanê, bilind nirxandin û hêvî xwest ew hevkarî û têkelî berdewam bin û zêdetir xurt û berfirehtir bibin.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku bi armanca baştirkirina kar û pirojeyên kompaniyên rûsyayê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warê enerjî û pêşdebirina girêbestên ku di navebra her du aliyand e hene, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hêsanakiriyan amade ye.
Serowkezîr got ku rewşa Herêma Kurdistanê di warê êkonomî de ber bi başî û geşbûnê diçe û vê yekê jî wisa kiriye ku bala sermayedarên biyanî bikşîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bona rêxweşkirin û hevkarîkirina kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayegozariyên bikin amade ye.
Pêşdebirina têkeliyên dêrînên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandina kar û pirojeyên kompaniyên rûsya di warê enerjiyê de û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin