Îro civata Serkirdatiya PDKê civiya.
Îro bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Cîgirê Serokê PDK di presskonferansekê de naveroka civînê eşkere kir.
Di presskonferansê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di civînê de çend mijarên girîng yên weke prosesa diyaloga heyî ya bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, destpê kirina prosesa diyalogê di navbera aliyên Kurdî de bo ku bi hev re biçin Bexdayê û mijara hilbijartinên 30 Îlonê hatin nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku di civînê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku lazime hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de yanê di 30 Îlonê de werin kirin.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku şanda PDK û YNKê vê bihev re serdana Bexdayê bike û li gel aliyên Îraqî danûstandinan bike.
Barzanî anî ziman ku ev niha amadene li gel aliyên din yên Kurdistanî bo ku bihev re biçin Bexdayê, dest bi danûstandinan bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin