PDK: Heta niha li gel ti aliyekê pêk nehatine

pdk dibêje projeya me ya netewî amadeye
مه‌حمود محه‌مه‌د: هیچ پاساوێك نیه‌ هه‌ڵبژاردنه‌كانی هه‌رێمی كوردستان دوابخرێت
کوردستان TV
100%

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed piştî civîna civata Serkirdatiya PDKê di presskonferansekê de diyar kir ku di civînê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku lazime hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyar kirî de werin kirin.

Peyvdarê PDKê herwiha diyar kir ku PDK bo yekdeng û yek rêz kirina nav mala Kurd bi israre û dixwaze tevahiya aliyên Kurdî li dor hin pirensîb û xalên netewî kom bibin daku bi yek dengî û bi yek proje biçin Bexdayê daku pêgeha Kurd li Bexdayê bihêz be.

Mehmûd Mihemed li dor pêkhatina li gel aliyên siyasî yên Îraqê de jî diyar kir ku heta niha li gel ti aliyeke Îraqî pêk nehatine û niha Kurd projeya xwe amade kiriye û vê di rojên pêş de şandeke Kurdistanê biçe Bexdayê û navroka projeya han li gel aliyên Îraqî binirxîne.

Mihemed balkêşande ser vê yekê ku diyaloga wan bi aliyên Îraqî re didome û di dawî de kîj alî li projeya wan nêz be vê li gel vê aliyê hevpeymaniyê bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.