Îro bi amade bûna Serok Barzanî civata Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya.
Di civînê de giftûgo li ser çend mijarên girîng yên rojevê, ên weke hilbijartinên Kurdistanê û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola Kurd hate kirin.
Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyek hat weşandin û di nava daxuyaniya han de navroka civînê bo raya giştî hatiye eşkerekirin.
Li gor daxuyaniha han di civînê de yekem babet, mijara hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bûye û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku tevahiya amadekariyên pêwîst bo lidar xistina hilbijartinan hatine kirin û komîsyon jî amadekariyên xwe kirine, lewre ti hinceteke siyasî, yasayî û teknîkî tune ku hilbijartin werin paşxistin, jiber vê çendê lazime hilbijartin di dema xwe ya diyar kirî, yanê 30 Îlonê de werin kirin.
Babeta dudiyan ku di civînê de li ser nîqaş hatiye kirin prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bûye û PDKê jî diyar kiriye ku bo beşdarî kirin di hikûmetê de, bername û pilana xwe amade kiriye û projeyeke netewî ku daxwazên reva yên gelê Kurdistanê tê de hatine diyarkirin amadekiriye û vê li gor projeya han li gel aliyên Îraqî danûstandinan bike. PDK deriyên xwe bo ti aliyeke Kurdistanî jî danexistiye û daxwaz ji aliyên Kurdistanî jî dike ku li dor berejwendî û daxwazên netewî yên gelê Kurdistanê de kom bibin daku li Bexdayê pêgeha Kurd bihêz be.
Babeta sêsiyan jî gav avêtine bo aştiya navxweyî ya mala Kurdiye û di civînê de PDK piştgîriya xwe bo wan gavan diyar kiriye û aştiya nav mala Kurd jî bi tişteke lazime û girîng dizane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin