Roja sê şemê gerîlayên PKKê li nêzî deşta Hêrtê êrîşî ser binkeya leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê kirin û pişt re jî artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina gundên wan deveran kir.
Jêderên ji herêmê ji Kurdistantvê re ragihandin ku di encama topbaran kirina gundên deverê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, li gundê Bilesinan hijmareke gelek zêde sewalên şêniyên vê gundê ji nav çûne.
Herwiha jêderên han diyar kirin ku ji bilî ji nav çûna sewalên şêniyan, hevdem zirareke gelek mezin ya madî ber bax û bistanên xelkê jî ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin