Hikûmeta Îraqê hezaran malbet vegerand Şingalê

piraniya wan di komkujiya êzidiyan de hevparin
کوردستان TV
100%

Îro hikûmeta Îraqê bi biryareke ji nîşkave, bi hezaran malbetên ku di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de bo ser Şingalê, hevkariya terorîstên DIŞIê kiribûn, vegerand Şingalê.

Di vê derbarê de Fermandarê hêzên parastina Êzidîxanê, Heyder Şeşo ragihand ku ev biryara hikûmeta Îraqê bûye sedema dilgiraniya  êzidiyan jiber ku tevahiya wan malbetan, ewin ku di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de yên bo ser Şingalê hevkariya terorîstên DIŞIê kirine û ev bo xwe jî di komkujiya êzidiyan de hevparin.

Şeşo herwiha diyar kir ku vegerandina wan malbetan dibe metirsiyeke gelek mezin bo ser Şingalê û em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin û lazime kesên tawanbar werin cezakirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.