Polîsan rê neda parlementerên HDPê

polîsan rê neda şanda HDPê serdana cêyê bûyerê bike
کوردستان TV
100%

Îro hijmareke parlementerên HDPê xwestin biçin Dersîmê daku serdana wan deveran bikin ku di encama agir pêketinê de şewtîbûn lêbelê hêzên ewlekarî û polîs rê neda wan parlementeran.

Şandeya HDP’ê ya ku ji Serokwekîlê Komê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu û parlamenter Mahmût Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul pêk hatî ber bi Çemê Balî ve ya Dersimê ve çûn, ku şewat hê jî li didome. Polîsan konvoya HDP’ê li ser rêya Ovacikê rawestand. Polîsan rê girtin û nehiştin ku şande derbas bibe.

Şande jî bi rêyên alternatîf xwest biçe herêma ku şewat lê heye. Şandel i ser rêya gund a Xozat-Çîçeklî careke dî ji hêla polîs û leşkeran ve hate rawestandin. Şandel li ser rêyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Wekîlên HDP’yî gotin waliyê Dersimê Tuncay Sonel bi daxuyaniya xwe ew kirine hedefe û heke li herêmê tiştek bibe berpirs walî ye.

Şande piştî çalakiya rûniştinê hewl didin ku biçin herêma şewatê ya li ser rêya Pertekê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.