Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletî Brett McGurk kir.
Di hevdîtina ku balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Duglas Silliman û Konsulusê vî welatî li Hewlêrê Steven Fagin têde beşdar bûn, behsa dawîn pêşhatên deverê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê hate kirin.
Her du aliyan bi pêdagirî li ser pêkanîna hikûmeteka niştîmanî, rola Herêma Kurdistanê li danustanan giring nirxandin.
Her di vê civîne de behsa encamên civîn û hevdîtintên şandên siyasî yên Îraqî tevî aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha pêşhat û rewşa asayişa deverê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin