Fexriye Adsayê pirtûka nivîskar Ngũgĩ wa Thiong'oyî wergerandiye kurdî

pirtûkeke gelek bisûd bo Kurdî hatiye wergerandin
کوردستان TV
100%

Fexriye Adsayê pirtûka nivîskar Ngũgĩ wa Thiong'oyî wergerandiye kurdî. Pirtûk bi navê “Rizgarkirina Hiş Ji Metîngerîyê: Di Wêjeya Afrîkî De Sîyaseta Ziman” ji weşanên LÎSê derketiye. Di pêşgotinê de ligel pêşgotina Ngũgĩ wa Thiong'o pêşgotina Îsmaîl Beşîkçî cî digre.

Pirtûk bi navê “Rizgarkirina Hiş Ji Metîngerîyê: Di Wêjeya Afrîkî De Sîyaseta Ziman” ji weşanên LÎSê derketiye. Di pêşgotinê de ligel pêşgotina Ngũgĩ wa Thiong'o pêşgotina Îsmaîl Beşîkçî cî digre.

Ngũgĩ wa Thiong'o nivîskarêkê Kenyayî ye ku van demên dawîyê bi zimanên ingilîzî û Gĩkũyũ berheman dide.

Di nava berhemên nivîskar de cûreyên wek roman, lîstik, kurteçîrok, ceribandin, nivîsên rexneyî û çîrokên zarokan cî digrin.

Pirtûka herî navdar

Orjînala pirtûka romannûs û nivîskarê postkolonyal Ngũgĩ wa Thiong'o bi ingilîzî ye bi navê “Decolonising the Mind : the Politics of Language in African Literature” ye. Pirtûk ji ceribandinên di derbarê bandor û avakeriya ziman a li ser dîrok, çanda netewî û nasnameyê ne pêk tê. Ev pirtûk pirtûka Ngũgĩ ya ku herî zehf tê nasîn e.

"Ziman amraza herî grîng e ku bi wî ruh tê hipnotîzekirin û dîlkirin"

Wergêra pirtûkê Fexrîya Adsayê ji bianet/kurdî re got:

“Li gor Ngugi, ziman amraza herî grîng e ku bi wî ruh tê hipnotîzekirin û dîlkirin. Gule amraza bindestkirina fizikî be, ziman amraza bindestkirina ruhî ye.

“Ziman, ligel alava ragihindinê, ew barhilgirê çandê ye jî. Em zimanên serdestan çiqas baş biaxivin û pê binivîsînin jî, ew nikare barê çanda me hilgire.

“Girîngtirîn qada hakimiyeta mêtingeriyê alema hişî ya gelê mêtinkirî û kontrola wê ya bi riya çandê ye.

“Hakimiyeta aborî û siyasî tamam an karîger nabe bêyî ku hiş û çand bê kontrolkirin…. Loma di hewldana rizgarbûna ji mêtingeriyê de, çi çandî çi siyasî çi ruhî be, ziman qadeke grîng a têkoşînê ye, ew nebe nabe.”

CERVANTES

“Rizgarkirina Hiş Ji Metîngerîyê: Di Wêjeya Afrîkî De Sîyaseta Ziman” yek ji kitêbên rêzekitêbên CERVANTESî* ne.

Weşanxaneya Lîsê rêzekitêbên CERVANTESî weha daye nasîn:

“Ji sala 2004’an a damezirandina Weşanxaneya Lîsê ve, her dem wergera ji zimanên cihêreng ên cîhanê bûye derdê sereke yê Lîsê, çi ku bawerî û hizira Lîsê ew e ku tenê wergera bikêrhatî dikare pêşengîya wêjeya Kurdî bike û stûna bipêşvebirina zimanê Kurdî rake.

“Li ser bingeha vê têgihaştinê, Weşanxaneya Lîsê dest bi Projeya Cervantesê ya Wergerê dike. Armanca projeyê ew e ku 1001 pirtûkê ji zimanên cîhanê wergerîne zimanê Kurdî, raberî xwînerên Kurdîyê bike û bike malê zimanê me yê şîrîn.”

Fexrîya Adsay

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike.

Bianet

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.