Di vê derbarê de wezareta derve ya Rûsyeyê belav kir ku hin zaniyarî di destê wan de hene ku Amerîka û çend welatên din yên hevpeymanên Amerîkayê, dest bi amadekariyê bo êrîş kirine ser rejîma Beşar Esed kirine.
Wezareta derve ya Rûsyeyê eşkere kiriye ku Amerîka hewla vê yekê dide ku di dema êrîşa artêşa Esed de bo ser Idlibê, li cîhekê çekên kîmiyayî bikar bîne û bêje Esed ev yek kiriye daku bi vê rengî derfet û hincetek bide destê xwe ku êrîşî Esed bike.
Ji aliyeke din ve jî Serokkomarê Franseyê ev yek diyar kiriye ku eger Esed çekdên kîmiyayî bikar bîne vê êrîşî ser vî bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin