Ji herêmên Bakurê Sûriyeyê 500 delege beşdarî kongreya TEV-DEM`ê bûne
Kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê ku îro hate destpêkirin, 500 delege ji tevahiya Bakurê Sûriyeyê, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, saziyên civaka sivîl, rêxistinên civakî û siyasî û Rêveberiya Xweser tev li kongreyê bûne.
Îro kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo dest pê kir. Di eywana kongreyê de, çend diroşme û siloganên curbicur hatine nivîsandin ku yek ji wan ewe ku dibêje armanca me azad kirina Efrînê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin