Willam Robak: Heta DIŞI hebe vê hêzên me jî bimînin

dibêje vê hêzên Amerîkî li Sûriyeyê bimînin
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DIŞIê li Sûriyeyê Willam Robak diyar kir ku ew heya demeke dirêj li Sûriyeyê bimînin ta were tekezkirin ku DIŞIê bi dawî bûye û hêzên Îranê û hevalbendên wî jî vekişin.

Li gor nûçeyeka anhayê Şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DIŞIê li Sûriyeyê Willam Robak piştî hevdîtina bi Meclisa Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê re civîneke çapemeniyê li navçeyê li dar xist.

Willam Robak bi Meclisa Gel a navçeya Şedadê re civînek li dar xist. Civîn derdora saetekê berdewam kir, di hevdîtinên de geşedanên dawî hatin nirxandin.

Li gorî çavkaniyên ji hindirê civînê mijara xizmetguzarî li herêmên nû hatin rizgarkirin, da ku şênî lê vegerin di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Willam Robak piştî hevdîtinê, civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Hevdîtinên me bi Meclisa Şedadê re bi encam bû, me gelek pirsgirêk gotûbjê irin, ji pirsgirêkên sereke wekî tenduristî, perwerde û kehrebe û gelek mijarên din ên ku welatî dikişin, nîqaş kirin. Armanca me alîkariya şêniyan e, her wiha aramî û ewlehiya herêmê ye û têkbirina rêxistina terorîst a DIŞIê ye."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.