Dohê bi şev derdorê Seat 2ê şevê erdhejeke din ya bi tundiya 6.2 pileya rîşterê hin deverên ser bi parêzgeha Kimaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Li gor jêderên nûçeyan di encama erdheja han de herî kêm 3 welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke welatiyên din jî birîndar bûne.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku jiber erdheja han zirareke mezin ya madî jî gehêştiye deverê.
Her jiber erdheja han hin bajar û deverên Başûrê Kurdistanê jî hejiyan û li Helebceyê jî 25 kes jiber erdheja han bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin