Amal Clooney bû nûnera jinên Êzîdî

vê di tewahiya lêkolînan de amade be
کوردستان TV
100%

Parêzera mafên mirovan Amal Clooney di koma lêkolîn û îspatkirina komkujiyên DIŞIê yên li Iraqê de wekî nûnera jinên Êzîdî wê wezîfê bike.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh ragihand ku komeke Netewên Yekbûyî ya taybet bi lêkolîn û ispatkirina sûcên DIŞIê li dijî Kurdên Êzîdî li Iraqê ye.

Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku koma lêkolînê wê di 20ê mehê de dest bi xebatên xwe bike.

Beriya niha jî Netewên Yekbûyî (NY) sûcên li dijî Êzîdiyan, wekî komkujî qebûl kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.