Li gor çapemeniya Îraqê, tîmên têkildar yên wezareta tendirostî û avdariya Besreyê diyar kirin ku niha rêjeya qirêjbûna ava Besreyê gehêştiye sedî sed.
Li gor jêderan qirêjiya ava han qirêjiyeke kîmiyayiye û roj bi roj asta qirêjbûna han zêdetir dibe û hikûmet jî heta niha di vê derbarê de ti gavek neavêtiye.
Herwiha aliyên tendirostî jî behsa vê yekê dikin ku jiber qirêjiya avê, rojane bi sedan şêniyên Besreyê nexweş dikevin û bo çareseriyê diçin nexweşxaneyan lêbelê li nexweşxaneyan jî weke pêwîst nayên dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin