Qaîmqamê Şingalê Mehma Xelîl derbarê êrîşa balefirên Tirkiyeyê de bo ser Şingalê ku di encama Fermandarekî YPŞ yê bi navê Zekî Şingalî canê xwe ji dest dabû got: Ev êrîş û bordimana han bi agahdarî û hayedariya hikûmeta Îraqê pêk hatiye û Tirkiye û Îraq derbarê êrîşê de beriya pêkanîna êrîşê lihev kirine.
Mehma Xelîl derbarê wan gote gotên ku hinek kes dibêjin hin hêzên Kurdî jî hayedarî êrîşê ne, got: PDK û hikûmeta Kurdistanê bi tundî ev êrîşa han û şehîd kirina Zekî Şingalî protesto kirin û ti hêzeke Kurdî hayedarî vê êrîşê nebûye û jiber topbaran û bordimanên Tirkiyeyê li deverên din yên weke Balîsan, Barzanî û heta beriya niha li Şingalê jî dema ku 6 pêşmerge şehîd bûn, kî haya xwe ji wan êrîşan hebû? Gelo PDK hayedarî wan êrîşan bû? Tiştên wisa tên gotin ne rastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin