HPG: Li Şemzînanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

di vê derbarê de HPGê daxuyaniyek weşand
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 20'ê Tebaxê saet 20:30'î li navçeya Şemzînana Colemêrgê li dijî artêşa Tirkiyeyê li mintiqeya Şehîd Serhed herêma Govendê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê 18'ê Tebaxê li derdora herêmên Xaçalî, Rengul û Balli Mezra yên navenda Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di operasyonê de balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra jî hatin bikaranîn. Operasyon heman rojê qediya. Artêşa Tirkiyeyê di dema operasyonê de bi zanebûn agir berda gelek herêmên daristanî. Şewata li herêmê hîn jî dewam dike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.