Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin û hate destnîşankirin ku jiyana welatiyên amerîkiyên li Iraqê di metirsiyê de ye û hat gotin ku ji balafirgehan jî dûr bikevin, ji ber ku gelek çete hene ku sivîlan dikin hedef.
Li gor nûçeyeke îznews Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin. Li gorî daxuyaniya Amarîkayê gelek hêzên çete hene sivîlan dikin hedef û Iraqê wek welatek ne biewle bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî serdana welatiyên amerîkî ji bo Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Amerîka di daxuyaniyê de hişyarî dide welatiyên xwe û ji wan dixwaze ku ji ber sedema nebûna ewlekariyê serdana Iraqê nekin.
Wezaretê da xuyakirin ku welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê rû be rûyê metirsiyeke mezin a revandin û şîdetê ne. Amerîkayê da zanîn ku gelek komên çekdar û terorîst li Iraqê çalak in û piraniya wan jî êrîşê hêzên ewlekariya Iraqê û sivîlan dikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku komên çekdar gef li amerîkiyan û şîrketên Rojavayî dixwin. Her wiha wezaretê da zanîn ku ji bo hemû pîlotên Amerîkayê hişyarî hatiye dayîn ku qada hewayî ya Iraqê ne bi ewle ye û ji bo wan fermaneke nivîskî derxistine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin