Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ku niha piraniya wan jî li ser sînorên Kurdistanê û di xeta destpêkê dene, cejna xwe di nava eniyan de pîroz kirin.
Hêzên pêşmerge bi minasebeta cejna qurbanê peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin û daxwaz ji wan jî dikin ku bi yekgirtî û yekdengî biçin Bexdayê daku li parlementoya Îraqê û Bexdayê de pêgeha Kurd bihêz be.
Hêzên pêşmerge tekez li ser vê yekê dikin ku tenê bi yekgirtî û yekdengî, em dikarin li Bexdayê berevanî ji maf û daxwazên reva yên gelê Kurdistanê bikin.
Pêşmerge herwiha diyar dike ku lazime kiriyar û reftarên aliyên siyasî bo xizmeta gelê Kurdistanê be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin