Ev zêdetir ji yek hefteye ku agireke mezin bi daristanên Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê ketiye û beşeke mezin ji xwezaya vê deverê hatiye şewtandin.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku beriya hefteyekê leşkerên Tirk bi zanebûn agir bi daristanên Dersîmê berdane û rê nadin ku ti kes jî hewl bo vemirandina vê agirê bide û hikûmeta Tirkiyeyê jî bo vemirandina agirê ti gavek neavêtiye.
Ji aliyeke din ve şêniyên Dersîmê bi taybetî ewin ku li gundan dimînin jiber ku rê nedin agir nêzî gundên wan bibe bi derfet û karînên xwe hewl bo kontrol kirina agirê didin lêbelê gelek caran hewldanên wan jî bê encamp dimînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin