Tirkiye mercek bo Amerîkayê diyar kiriye

Amerîka daxwaza tirkiyeyê red kiriye
کوردستان TV
100%

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) raportek lid or qirîza navbera Tirkiye û Amerîkayê belav kiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku rayedarên Tirkiyeyê ji Amerîkayê re gotine ku em amadene ew Qeşeya Amerîkî yaku li Tirkiyeyê hatiye girtin azad bikin lêbelê mercên me hene.

Rojnameya WSJ herwiha nivîsandiye ku rayedarên Tirkiyeyê gotine eger Amerîka ev cezayên ku jiber binpê kirina dorpêçên berê yên Amerîkayê yên bo ser Îranê, bi ser helkbankê de sepandiye kêm bike vê demê emê qeşeya Amerîkî azad bikin.

Di berdewamiya raporta han de hatiye nivîsandin ku Amerîka ev daxwaza Tirkiyeyê red kiriye.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.