Hêzên hevpeymaniya cîhanî îro belav kir îro koptereke ser bi hevpeymaniya cîhanî li Îraqê ketiye xwarê.
Li gor daxuyaniya han di nava kopterê de 4 leşkerên hevpeymaniya cîhanî hebûne û di encama ketina kopterê de yek ji wan canê xwe ji dest daye û 3 leşkerên din jî bi sivikî birîndar bûne û birînên wan hatine dermankirin.
Hevpeymaniya cîhanî herwiha diyar kiriye ku hîn jî sedema ketina kopterê nehatiye zelalkirin û lêkolînên taybet li ser sedema ketinê didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin