Tevgera Hikme: Bêyî Kurd hevpaymanî nayê avakirin

behsa girîngiya rola Kur dike
کوردستان TV
100%

Endamekê şanda danûstandinkar ya tevgera Hikme bi navê Ebdula Zêdî derbarê hewldanên part û aliyên siyasî yên Îraqê de yên bo ava kirina mezintirîn hevpeymanî di nava parlementoya Îraqê de got: Hewldanên han didomin lêbelê heta niha ti encamek ji wan hewldanan nehatiye bidestxistin.

Zêdî herwiha diyar kir ku her part û aliyeke siyasî yaku dixwaze mezintirîn hevpeymanî ava bike lazime girîngiyeke mezin bi Kurd bide jiber ku bêyî Kurd ti aliyek nikare li parlementoya Îraqê mezintirîn hevpeymanî ava bike.

Ji aliyeke din ve îro dadgeha fedral ya Îraqê encamên dubare bi dest  hijmartina dengan pesend kir.

Weke tê zanîn ku zêdetir ji sê mehane li Îraqê hilbijartin hatiye kirin lêbelê heta niha bo ava kirina hikûmetê ti gavek nehatiye avêtin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.