Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke mihwera Vetenî ya Îraqî bi Serokatiya Şêx Xemîs Xencer kir.
Di civînê de her du alî behsa prosesa siyasiya Îraqê û herwiha ava kirina hikûmeta nûya Îraqê li ser esasê fêde wergirtin ji ezmûn û şaştiyên berê kir.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî û şanda Vetenî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime gerentî û mekanîzmek berçav bo pêbend bûn bi destûr û cîhbicîh kirina rêkeftinên heyî hebe û ew yek bi awayek were amadekirin ku pêşî ji takrevî di birêvebirina welat û perawêz xistina pêkhateyan were girtin.
Di dawiya vê civîna han de her du alî tekez li ser domandina hemahengî û têkiliyên heyî yên di navbera her du aliyan de hate kirin û balkêşandine ser vê yekê ku lazime cîhbicîh kirina sê xalên serekî yên şeraket, hevparî û hevsengî di nava prosesa siyasî de li gor berejwendiyên tevahiya pêkhateyan be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin