Serokê DYAyê Trûmpî bal kişandiye ser rewşa keşe Brunsonî û gotiye; “Ji bo serbestiya mêrekî bêguneh em ê ti teştekî nedin, em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re kêm bikin.” Brunson li Tirkiyeyê mehkûmê malê ye.
Donald Trump Serokê DYAyê, ji ber ku biryara serbestiyê ji bo keşe Andrew Brunsonî nehatiye dayîn, mesajeke nû par ve kir.
Trûmpî li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 02.30 deqîqeyan de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye:
“Tirkiye bi salan fêde ji DYAyê standiye. Niha jî keşeyê me yê Xristiyan ê muhteşem bernadin. Ez ê jê bixwazim ku weke dîlekî welatparêz nûnertiya me bike. Li beramberî biryara serbestiya mirovekî bêguneh em ê tiştekî nedin. Em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re daxin.”
Li gorî nûçeya di Dengê Amerîkayê de hatiye belavkirin, Steven Mnuchin Wezîrê Darayî yê DYAyê jî mesajek daye.
Mnuchin gotiye, “Heke Tirkiye Keşe Brunson bernede em ê biryara zêdetir mueyideyan bidin.”
Mike Pence Alîkarê Serokê DYAyê û Sarah Sanders Berdekva Koşka Spî jî bertek nîşanî wî tiştî dabûn ku Tirkiyeyê baja hin kelûpelên DYAyê zêde kiribû.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin