Rûsya: Li Sûrîyê êrîşên bi firokên bêmirov zêde bûne

Rûsya dibêje me 46 balefirên bêpîlot xistine xwarê
کوردستان TV
100%

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li Sûrîyê 46 firokên bêmirov xistine xwarê.

Du roj berê, di êrîşeke DIIŞ de ku dijî navendeke Artêşa Sûriyê pêk anîbû, heft leşker hatibûn kuştin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Igor Konaşenkov da zanîn ku pênc firokên bêmirov li nêzî bingeha Hemeimeem, di sê rojên dawî de hatin xistin.

Bingeha li Lazqîyê, navenda sereke ya operasonên Rûsya ye.

Konaşenkov da zanîn ku firokên bêmirov basît xuya dikin, lê menzîla wan heta 100 kîlometre heye.

Konaşenkov dîyar kir ku çekdar bê ku ji derve alîkarî hebe nikarin wan firokan çêkin, lê kî alîkarîya wan dike negot.

Konşankev da zanîn ku di rojên dawî de êrîşên bi firokên bêmirov zêde bûne û diyar kir ku piraniya wan ji aliyê çekdarên ku li Îdlibê bi cîh bûne têne avêtin.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.